Li Kurdistanê merasîmên cejna Remezanê tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê û piraniya welatên îslamî, îro cejna Remezanê ye û xelk dap û nerîtên xwe yên olî û civakî cibicî dikin.

Li Herêma Kurdistanê û parîeyên din yên Kurdistanê îro Cejna Remezanê ye. Welatî danê sibê serdana goristanan dikin, piştre li mizgeftan nimêja Cejna Remezanê tê kirin.

Li Herêma Kurdistanê piraniya mamostayên olî di gotarên xwe yên cejnê de, daxwaza xweşî, bextewerî û aramiyê ji bo Herêma Kurdistanê û navçeyê kirin û tekez li ser aştî û yekrêziya di navbera aliyan û parastina destkeftan kirin.

Di merasîmên cejnê de, welatî ji bilî beşdarbûna di nimêja cejnê de, cejn li hevdu pîroz dikin û gerdenên hevdu azad dikin.

Di rojên cejna Remezanê de, welatiyan çend nerît û kevneşopiyên civakî cibicî dikin, wekî kombûna malbatê li ser sifrê û serdana xizm û cîranan.