Fermandeyê CENTCOMê diçe Israîlê; danûstandinan li ser bersivdana êrîşa Îranê dikin

Michael Kurilla
Michael Kurilla

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo hevahengîkirinê li ser bersivdana êrîşa çaverêkirî ya Îranê, Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê CENTCOMê serdana Israîlê dike.

Malpera Axiosê ya Amerîkayî eşkere kiriye, “Ji bo danûstandin û hevahengiyên li ser çawaniya bersivdana êrîşa çaverêkirî ya Îranê bo ser Israîlê, Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê CENTCOMê General Michael Kurilla serdana Televîva paytexta Israîlê dike”.

Malpera Axiosê amaje jî daye, “General Kurilla bi Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê û berpirsên bilind ên wî welatî re dicive û danûstandinan li ser amadekariyên Israîlê ji bo awayê bersivdana Îranê dike eger hat û êrîş kir ser Israîlê”.

Wê malpera Amerîkayê eşkere jî kiriye, “Ji ber sedemên ewlehiyê, serdana Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê CENTCOMê li ser medyayê nehatiye behskirin”.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, Bizava Hemasê êrîş kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin, ku heta niha zêdetirî 100 ji wan hatine azadkirin. Di eynî demê de heta niha Israîlê zêdetirî 33 hezar Filistîniyan li kertê Xezzeyê kuştine ku piraniya wan jin û zarok in.