Dr. Saman Berzincî: Şoreşek di warê kalitiya dermanan de hatiye kirin

Saman Berzincî
Saman Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Bi dilxweşî ve Herêma Kurdistanê hejmareke xizmetkariyan ji şarezahiyên cuda cuda pêşkêşî welatiyan dike, hem di warê xweparastinê de û hem jî di warê çareseriyê de, ku pêştir li Herêma Kurdistanê nebûn”.

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji K24ê re ragehand, “Bi dilxweşî ve Herêma Kurdistanê hejmareke xizmetkariyan ji şarezahiyên cuda cuda pêşkêşî welatiyan dike, hem di warê xweparastinê de û hem jî di warê çareseriyê de, ku pêştir li Herêma Kurdistanê nebûn”.

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Berî çend salan ji bo hin xizmetkariyan diviyabû ku me berê xwe daba derveyê Herêma Kurdistanê lê bi dilxweşî ve niha pêşveçûneke baş di hemî şarezahiyên wekî neştergerî û çareseriyên pişka hinavan, zarok û jinan û çavan heye”. Herwesa got, “Hejmareke pizişkan xwandina bilind temam kiriye û şarezahiyeke baş peyda kiriye, ku hin ji wan şarezayan pêştir li Herêma Kurdistanê nebûn”.

Dr. Saman Berzincî amaje jî da, “Hin neştergerî û amûr hene ku pêştir li vê derê nebûn lê niha Herêma Kurdistanê xwediya wan xizmetkariyan jî ye, belgeyê wê jî ew e ku piraniya xelkê naverast û başûrê Îraqê ji bo neştergeriyên pêşkeftî berê xwe dide Herêma Kurdistanê”.

Navbirî tekez jî kir, “Armanca serekî ya Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çaksazî ye ku kertê tendisrustiyê jî pareke wê ye, lewma şoreşek di warê kalitiya dermanan de hatiye kirin. Herwesa piştî salekê ji destpêkirina karî, me du rênimayên giring li ser wan mijaran derxistine ên ku li dû standardên navdewletî neç. Niha jî em li ser wan rênimayan kar dikin û em berdewam in”.

Wezîrê Tendirustiyê ron jî kir, “Qanûneke giring a sîstema tendirustiyê heye ku peywendî bi hemî welatiyan û welatî ve heye, ew jî qanûna tendirustiya giştî ya hejmar 89 a sala 1981ê ye ku heta niha jî li Herêma Kurdistanê kar pê tê kirin. Herwesa kertê tendirustiyê peywendî bi hemî welatiyan ve heye, ev jî bi qanûn hatiye rêkxistin”.