Aborînas: Geştiyarî bûye xaleke erênî ya baş ji bo Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekarekî aborî dibêje, gelek cihên geştiyariyê yên xweş li Herêma Kurdistanê hene ku bûne xaleke erênî ya baş ji bo Kurdistanê.

Şirovekarê di warê aboriyê de Dr. Navser Nûrî ji K24ê re got, barana îsal bû sedem ku kanî, bendav, dar û giya vejin, lewma ji bo me hemûyan girîng e ku xwezayê xweş bikin.

Got jî: “Mêvan û geştyarên ku ji başûr û naverasta Iraqê yan jî ji derve tên Herêma Kurdistanê, dibe sedem geşbûna bazar, aborî û geştiyariyê li Herêma Kurdistanê.”

Dr. Navser Nûrî tekezî li ser wê yekê kr, divê binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê were başkirin û xizmetguzariyên baş ji cihên geştiyarî û seyrangehan re bên kirin.”

Wî şîrovekarê di warê aborî de got: “Geştiyarî li Herêma Kurdistanê bêhtir demsalî ye, geştiyar bi piranî havîn û biharê serdana seyrangehan dikin.”

Lê amaje bi wê jî kir, “Lê xaleke lewaziyê ya sektora geştiyariyê li Herêma Kurdistanê heye, ew jî ji ber xirabbûna riyên seyrangehan e, herwiha otêl û motel jî ne di asta pêwîst de ne, ji ber wê jî divê ev xal li ber çavan bê girtin û rê bên nûjenkirin û xwaringeh zêdetir bên çêkirin.”

Herwiha got: “Divê ji bo geştiyaran rênîşander hebin, da ku ew bi hêsanî bigihin cihên geştyariyê. Ji ber gelek cihên me yên geştyariyê hene, geştiyar heta niha neçûne wan.”

Her sal bi sedhezaran geştyar ji başûr û navenda Iraqê di rojên cejn, bihar û Newrozê de tên seyrangehên Herêma Kurdistanê.