Supasalarê Îranê: Niyaza me tune ye êrîşên li dijî Îsraîlê berdewam bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Supasalarê Îranê Mihemed Baqirî ragihand, êrişên mûşekî û dronî ên welatê wî li dijî Îsraîlê bidawî bûne û niyaza wan tune ye berdewam bikin. Got jî: “Êrîşên li dijî Îsraîlê di asta tenbîkirinê de bû.”

Ajansa “IRNA” a Îranî belav kir, bi gotina Baqirî, sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê ku bi Qubeya Hesinî tê naskirin, nekarî rê li ber êrişên mûşekî û dronî yên Îranê bigire, ji ber wê jî Baqirî ew operasyon bi “berhemdar” binav kir û diyar kir ku êriş bi dawî hatin.

Supasalarê Îranê got: “Ev tiştê bûye, diviyabû bihata kirin û bersiva êrîşa Îsraîlê ya li ser konsulxaneya Îranê li Şamê bihata dayîn, ku şêwirmendên Îranî tê de hatibûn kuştin.”

Da zanîn jî, “Rêberê Bilind ê Îranê ferman dabû ku divê Îsraîl bê cezakirin, ev operasyon bi hewla Supaya Pasdaran û hemû hêzên din hat kirin.”

Baqirî got jî: “Vê carê operasyon di asta tenbîkirinê de bû, lê eger Îsraîl tiştekî din bike, dê bersiva Îranê tundtir be.”

Li gorî Baqirî, êrîşan navendeke îstixbaratê û baregeha asmanî ya ku tê de zanyarî li ser konsulxaneya Îranê li Şamê kom kiribûn, kirine armanc.”

Baqirî aşkere kir jî: “Bi rêya Balyozxaneya Swîsreyê me peyamek gihandiye Amerîkayê ku eger ew beşdarî êrişên paşerojê yên Îsraîlê bibe, dê ti baregehên Amerîkayê li herêmê namîne.”

Daxuyaniya Supasalarê Îranê di demekê de tê, Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hegarî  got, Îranê  300 dron û mûşek avêtine Îsraîlê û %99 ji wan li derveyî welat hatine pûçkirin.