Wezareta Derve ya Brîtanyayê: Enfalkirina Kurdan rûpelek reş a dîrokê ye

Tariq Ehmed
Tariq Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Di bîranîna 36 saliya Enfalan de, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn peyameke dilsoziyê û itîrafkirina Hikûmeta Brîtanyayê pêşkêşî neteweya Kurd dike.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Lord Tariq Ehmed peyamek parve kiriye ku tê de amaje bi wan azar û tawanan hatiye dan ên ku li ser destê rijêma nemayî ya Beis dijî neteweya Kurd hatine kirin. Navbirî tekez li ser wê yekê kiriye ku, helmeta Enfalê rûpelek reş a dîrokê ye û di navbera salên 1986 heta 1989ê de tawaneke mezin di derheqa neteweya Kurd û kêmaniyên din ên Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ji boKarûbarên Rojhilata Navîn amaje jî daye, “Helmeta Enfalê bû sedema kiryarên cergbir, ji awareyên bizorî û kuştin û siqetkirina 50-100 hezar kesan heta wêrankirina 4000 gundên Kurdan. Yek ji kirêttirîn kiryarên ku di wê helmetê de hatibû kirin kîmyabarankirina Helebceyê li sala 1988ê bû, bi çekê kîmyayî ji aliyê rijêma Sedam Hisên ve bi awayekî bêrehm bajarê Helebceyê hat bombebarankirin û bi hezaran Kurdên bêtawan bûne qurbanî”.

Lor Ehmed di wê peyamê de herwesa got, “Roja 16ê Adara 2024ê, desteya me ya Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê serdana Helebceyê kir, wekî rêzgirtin ji bo qurbaniyên ku di dema kîmyarana 1988ê de hatin komkujkirin - ev jî bêşerimtirîn kiryara Sedam Hisên bû dijî gelê Kurd dema çekê kîmyayî li dijî xelkê bêtawan bi kar anî”.

Navbirî ji dil û can dilsoziya xwe ya ji bo qurbaniyan û malbatên wan diyar kir û itîraf bi wan azar û zehmetiyên wan ên berdewam kir ku heta îro jî her berdewam in. Lava kirin û dilsoziya xwe ji bo tevaya wan kesan diyar kir ên ku zirar dîtine û tekez jî li ser erkê rêzgirtina li bîranîna windabûyiyan û dilsoziya bi rizgarbûyiyên tawanên Enfalê re kir.

Lord Ehmed tekez jî kir ku, Brîtanya ji bo piştevaniya aştî û seqamgirî û jiyarxweşiyê pabend dibe, herwesa tekez jî kir ku Brîtanya xwe terxan dike ku mil bi milê gelê Kurd pêxemetî paşerojeke baştir rabiweste.