Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê pêşbîniya pêleke bihêz a baranê tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê, pêşbîniya pêleke bihêz a baranbarînê tê kirin.
Li gorî Keşnasiya Tirkiyeyê, li piraniya deverên Bakurê Kurdistanê pêşbîniya berdewamiya baranbarînê tê kirin û li bajarên Mêrdîn, Sêrt, Meletî, Wan, Agirî û Erziromê tê çaverêkirin baraneke bihêz bibare.
Li deverên bilind ên Serhed û Qersê di naverasta Nîsanê de berf barî. Keşnasiyê jî, ji bo deverên bilind hişyariya aşût û lehiyan dide.