Nêçîrvan Barzanî: Em bi geşbînî li serdana Serokwezîrê Îraqê bo Waşintonê dinêrin

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Em bi geşbînî li serdana Serokwezîrê Îraqê bo Waşintonê dinêrin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 15ê Nîsana 2024ê) li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Herêma Kurdistanê bi geşbînî li serdana Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê dinêre”.

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa nivîsiye, “Em bi temamî piştevaniya wê serdanê dikin, em piştrast in ku ew serdan nûnerîtiya tevaya pêkhatên Îraqê dike”.

Nêçîrvan Barzanî amaje jî daye, “Em hêvîdar in hevdîtinên Serokwezîrê Îraqê serkeftî bin û peywendiyên her du aliyan ber bi baştir ve biçin”.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bo Koçka Spî hat vexwendin û tevî şandeke hikûmetê, parlamenter û kertê taybet pêr (Sêşem, 13ê Nîsana 2024ê) ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ye bo Amerîkayê û dê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.