Civînên Lijneya Bilind a Hevahengiyê ya navbera Îraq û Amerîkayê li Waşintonê hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû ragehandina Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê, civînên Lijneya Bilind a Hevahengiyê ya navbera Îraq û Amerîkayê li ser çalakkirina lihevkirina stratejîk li Waşintonê hatin kirin.

Şanda Îraqê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Pilandananê yê Îraqê Mihemed Temîm û Şanda Amerîkayê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bû.

Pêştir Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civiyabû.

Di wê civînê de, danûstandin li ser bizavên danana bingehên peywendiyên dûrmewda yên navbera her du welatan hatibûn kirin.

Sûdanî û Blinken herwesa danûstandin li ser pirsên aborî û derfetên weberhênanê ji bo kompaniyên Amerîkayî li Îraqê û taybet di warê enerjiyê de kiribûn.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bo Koçka Spî hat vexwendin û tevî şandeke hikûmetê, parlamenter û kertê taybet pêr (Sêşem, 13ê Nîsana 2024ê) ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Amerîkayê ye û dê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive. Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî heta 19ê vê mehê li Amerîkayê dimîne.