Koçka Spî: Biden û Sûdanî tekez li ser hinardekirina petrola Kurdistanê kir

Koçka Spî: Şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tewerekî danûstandinên Biden û Sûdanî bû
Joe Biden û Mihemed Şiya Sûdanî
Joe Biden û Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Spî ragehandina hevpar a hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî belav kir, her du aliyan tekez li ser gehiştina petrola Îraqê ji bo sûkên cîhanê kiriye û daxwaza xwe ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê diyar kiriye.

Her di wê ragehandina hevpar a Sûdanî û Biden de hatiye, “Serokê Amerîkayê rêz ji bo rolê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê di çarekirina arêşeyên mûçeyan û dabînkirina mûçeyên mehane yên fermanberên Herêma Kurdistanê diyar kiriye”.

Biden piştevaniya xwe ji bo çespandina payeyên demokrasiyê li Îraqê diyar kiriye, wekî birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad, dadperwer û şefaf li Herêma Kurdistanê.

Di pareke din a wê ragehandina hevpar a Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îraqê de hatiye, “Hêzên Îraqê û hêzên Pêşmergeyan rolekî yekalîker di şkandina DAIŞê de hebû,” û şkandina DAIŞê wekî fakterekî serekî yê peydakirina ewlehiyê li Îraqê bi nav kiriye”.

Biden û Sûdanî Herêma Kurdistanê wekî pareke veneqetiyayî ji tevaya sîstema ewlehî û seqamgiriya Îraqê wesifand.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bo Koçka Spî hat vexwendin û tevî şandeke hikûmetê, parlamenter û kertê taybet roja Sêşemê, 13ê Nîsana 2024ê, ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo Amerîkayê ye. Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî heta 19ê vê mehê li Amerîkayê dimîne. Herwesa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma kurdistanê Sefîn Dizeyî jî yek ji endamên şanda Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ye.