Nêçîrvan Barzanî cuda ligel Balyozên Fransa û Yekîtiya Ewropayê li Iraqê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 16.04.2024ê bi awayekî cuda pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Siller û Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel civiya û rewşa Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Fransa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Iraqê Thomas Siller kir.

Her du aliyan tekezî li ser encamdana hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi beşdariya hemû aliyan kirin, di heman demê de jî pêşketinên danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de bi erênî nirxandin.

Di civînê da nêrînên xwe yên di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê da li hev guhertin û her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku hilbijartin ji bo nûkirina rewatî û proseya demokrasiyê girîng û pêwîst e. Di vê derbarê da Balyozê YE yê xweşhaliya xwe bi hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lidarxistina hilbijartinan û çareserkirina kêşeyên li pêşiya hilbijartinan nîşan da.

Her du alî behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina kêşeyên wan û Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên digel berpirsên payebilind yên Iraqê û hewlên wî yên ji bona çareserkirina pirsgirêkan bilind nirxand.

Pêşdebirina peywendiyên bazirganî yên Yekîtiya Ewrûpayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên navçeyê û girîngiya parastina aştî û aramiyê çend mijarên din yên civînê bûn.