Li Kilîsê nîşaneyên erebî tên rakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şarederiyea Kilîsê biryar da nîşaneyên erebî yên li bajêr û li ser dikanan werin rakirin.

Piştî şerê li Sûriyeyê, gelek welatiyên Sûrî koçberî Tirkiyeyê bûbûn û beşek ji wan li li bajarên nêzî sînor, wek Riha, Kilîs, Dîlok û Hatayê bicih bûbûn. Wan koçberan li wan bajaran kargeh vekiribûn û nîşaneyên erebî bi kar anîbûn.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê jî, şarederiyên hinek wan bajaran hatin guhartin û yek ji wan jî şarederiya Kilîsê bû ku ketibû destê CHPê.

Li ser biryara Şarederê Kilîsê Hakan Bîlecen, divê nîşaneyên erebî yên li bajêr, di heyama mehekê de bên rakirin.

Tîmên şarederiyê hin nîşaneyên erebî û nivîsên li ser caman yên hin dikanan kirin û ji bo nîşaneyên din jî, mehek wek molet da kargehan.

Herwiha hişyarî ji esnafên ku moletên wan yên karkirinê yên fermî nîn in, moleta karkirinê werbigirin.