Li navçeya Elkê ya Şirnexê 15 rojan qedexe hat ragihandin

Şirnex
Şirnex

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Elkê ya Şirnexê demkî wek herêma teybet hat nîşandan û 15 rojan qedexe hat ragihandin.

Di daxuyanîya parezgariya Şirnexê de wiha hat gotin:

“Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî li Herêma Çiyayên Zerîn ku di nav sînorên navçeya Elkê ya Şirnexê, ji 17ê Nîsanê heta 1ê Gulanê jî tê de ev herêm demkî wek Herêma Ewlekariya Taybet hatiye nîşandan û ji bo 15 rojan hatiye qedexekirin.’’