Gundekî Silêmaniyê hat bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamê Mawetê ji K24ê re ragihand, gundê Kurale yê li navçeya Şarbajêr li parêzgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin.

Qaymeqamê Mawetê Kameran Hesen got, di bombebaranê de xaniyekî gund rûxiya û herwiha çiyayên Teje û Şîlanşê jî hatin bombebarankirin.

Herwiha Kameran Hesen got, bombebaran ji aliyên dronên Tirkiyeyê ve bûn.

Ev di demekê de ye, li gorî rêxistina CPT’ê ji meha Tebaxa borî û vir ve di encama bombebarana artêşa Tirkiyeyê de, 152 sivîlan Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dane û 228 sivîl jî birîndar bûne.

Pêştir jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser tora civakî “X” ragehandibû, artêşa Tirkiyê di sala 2023an de 23 hezar û 593 operasyonên leşkerî li dijî PKKê kirine.