Mehmet Atli: Bi rêya muzîkê pêkan e pêşî li bişaftinê were girtin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Hunermend Mehmet Atli di hunera xwe de 30 sal li paş xwe hişt. Mehmet Atli balê dikêşe ku eger baş were bikaranîn muzîk dikare pergala bişaftinê jî hilweşîne û di nava nifşên nû de bibe amraza hezkirina zimanê kurdî. Mehmet Atli amadekariyan dike ku bi boneya 30 saliya muzîkjeniya xwe albumeke nu derbixe.

Mehmet Atli, muzîkjenê navdar ê kurd, li seranserê cîhanê di nava kurdan de xwedî heskirinek teybet e. Mehmet Atliyê ku ji salên dibistanê ve nav muzîkê de ye di 1994an de nava Koma Dengê Azadî de cih girtiye û li gel Koma Dengê Azadî 2 album û bi tevahî 7 album derxistine.  Mehmet Atli 30 sal in muzîka kurdî bi stranên xwe av dide û dibêje her çiqas wî di beşek jiyana xwe de akademîsyenî kiriye û li ser avahîsaziyê doktora jî kiriye muzîk buye parçeyek jiyana wî. Di sala xwe ya 30. de dide zanîn ku hîn jî kelecana wî wek roja yekem zindî ye.

Hunermend Mehmet Atli ji K24ê re got: “Kelecanek mezin bû bo min, bom in nasname bû, bo min evîn bû, bo min heskirin bû, ez evîndarê zimanê xwe me. Min mereq kir çima dibistanê kurdî nîne lê li malê em kurdî diaxifin.”

Mehmet Atli balê dikêşe ku dema ew li 30 salên xwe yên nava muzîka kurdî de derbasbuyî dinihêre dibîne ku muzîk bo pêşîlêgirtina bişaftinê hêzek bibandor e ku wî jî bi xêra muzîka kurdî nasnameya  nas kiriye û kurdiya xwe pêş xistiye.

Muzîkjen Mehmet Atli dibêje: “Min guhdarî Aram Tîgran kir, Ciwan Haco, Şivan Perwer û Eyşeşan kir, muzîk bû wesîle ku ez bi ziman ve werin girêdan. Ji loma muzîk dibe wesîle ku hember asîmîlasyonê jî ez ber xwe bidim.”

Mehmet Atli 30 saliya hunera xwe pîroz dike û di vê çarçoveyê de jî dê îsal 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî de albumeke nû derbixe.