Kurdên Êzdî li herêma Cizîrê cejna Çarşema Sor pîroz kirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdên Êzidî li gundê Otilcê yê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidî dibêjin, cejnên wan ji yên demên borî cudatir e, ji ber ku piraniya Êzidiyên herêmê koçber bûne.

Êzidiyên li Rojavayê Kurdistanê hîn jî li ser dab û nerîtên kevin, cejna xwe pîroz dikin û xwarin û şêrînahiyan belav dikin û seredana miririyên xwe dikin li goristanan dikin.

Faris Şemo got: “Malbatên Êzidiyan serdana miriyên xwe dikin. Her kes li gorî şiyana xwe xêra tîne belav dike. Li Çarşema Sor, afirandina dunyayê û roja nû ya salê ye bo Êzidiyan. Dibêjin di vê rojê Melekî Tawûs peyabû erdê û dua kir û ev kulîlkên kes û sor û zer û hemû rengê biharê çêbûn.”

Fikriya Ferho dibêje: “Ez keça vî welatî me û ji derve hatime. Em jî wek gelek malbatên Êzidiyan ji berî 35 salan koçberî Almanyayê bûne, lê her sal ji bo vê boneyê em tên welatê xwe û serdana goristan û miriyên xwe dikin. Em kêfxweş in li vir, ji berk u dîmenên wiha li welatên derve nîn in.”

Êzîdî li Rojavayê Kurdistanê rastî gelek zehmetiyan hatin. Xelkê vê olê bi dehên salan ji aliyê desthilata Sûriyeyê ve piştguhxistî bûn. Di kirîza Sûriyeyê de û piştî hatina DAIŞê, herweha dagîrkirina gundên wan ji aliyê komên opozîsyona Sûriyeyê ve jî, Êzidiyan gelek êş û azar kişandin û bi şer û qirkirinê re rûbirû man.

Êzidî dibêjin, cudahiyeke gelek mezin di navbera cejnên niha û berê de heye û sedema sereke jî, şerê li Sûriyeyê bû.

Şêxmûs Şêxo dibêje: “Berê xweştir bû. Dema berî 20 salan em dihatin vir, nêzîkî 20 hezar kes li vir kom dibûn, heta sala 2010an jî xweş bû, lê dema krîza Sûriyeyê dest pê kir, xelk êdî sal bi sal kêmtir dibûn.”

Êzdî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi giştî li herêma Cezîrê, Efrîn û bajarê Helebê, li gor amarên mala êzidiyan li hejmara wan niha nêzîkî 15 hezar kes e, ku ji ber rewşa şer piraniya wan koçber bûne, bi taybetî ji Efrîn û Serê Kaniyê.