Li Efrînê cejina Çarşema Sor hat pîrozkirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê bi beşdariya bi dehan kurdên Êzidî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, cejina Çarşema sor hat pîrozkirin.

Li gundê Birc Ebdalo yê Efrînê, bi ahengeke berfireh û bi beşdariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, merasîma cejina Çarşema Sor hat kirin. Li gorî mîtolojiya Êzidî, Xwedayê mezin di çarşema pêşî a meha Nîsanê de afrandina cîhanê bi dawî kir, ji ber wê yekê ev roj, wek cejneke pîroz hatiye destnîşankirin.

Rûlîn Cemîl dibêje: “Em hatine li gundê Birc Ebdalo cejna xwe ya Kurdên Êzidî pîroz bikin. Cejna me bi xweşî derbas dibe.”

Rûsipiyekî din ê Êzidî got: “Miletê me yê Êzidî kêfxweş dibe, dema ku em hemû bi hev re beşdariyê di cejnê de bikin. Em peyamekê dişînin ji cîhanê ku em kesine aştîxwaz in û em dixwazin bi hev re bijîn

Karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî beşdarî ahenga cejina Çarşema Sor bûn û pîrozbahî li Êzdiyên Efrînê kirin û xelat û diyarî pêşkêş amadekarên ahengê kirin.

Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Şevger got: “Me tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro bi helkefta cejna Çarşema Sor, serdana çendîn kesayetiyên Êzidiyan kir û em beşdarî ahenga wan bûne û cejnê li hemû Êzidiyan li cîhan û Kurdistanê û bi taybet li Efrînê pîroz dikin û hêviya jiyaneke xweş ji wan re dixwazin.”

Li bajarê Efrînê 22 gundên Êzdiyan hene û derdora 25 hezar Êzidî li herêmê dijiyan, lê niha piştî kontrolkirina çekdarên opozisyona Sûriyeyê ji bajêr re, li gorî amaran bi tenê %12 ji Êzdiyan li Efrîn mane.