Dr. Mihemed Îhsan: Ji her demê bêhtir pêwîstiya Kurdistanê bi yekrêziya navmala Kurdî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Mamosteyekî zanîngehê dibêje, ji her demê bêhtir, pêwîstiya Kurdistanê bi yekrêziya kurdan heye. Dostên resen ên kurdan, çi li Amerîka, çi li Ewropa û çi jî di nav Erebên Şîe de jî, tekeziyê li ser rêkxistina navmala kurdî dikin.

Mamostayê zanîngeha “King's College” li Londonê Dr. Mihemed Îhsan li Dîdara Silêmaniyê ji K24ê re ragihand, pêwîstiya Kurdistanê ji her demê zêdetir bi yekrêziya kurdan heye. Dostên resen ên kurdan, çi li Amerîka, çi li Ewropa û çi jî di nav Erebên Şîe de jî, tekeziyê li ser rêkxistina navmala kurdî dikin.

Dr. Mihemed Îhsan got: “Amerîkî bi awayekî aşkere ji me re dibêjin ku em bi hev re yekrêz bin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hevalên me yên rastîn û kevn in jî ji me re dibêjin ku em ji we bêzar bûne û biçin pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Amaje bi wê jî kir: “Ez pêşerojeke me ya baş nabînim, ji ber ku dijminên kurdan roj bi roj kêran tûj dikin û planên xwe xurt dikin, wek mînak eger hûn rojê çar demjimêran dixebitin û Kurdistanê ava dikin, kesên din jî 24 demijmêran dixebitin ji bo we tune bikin.”

Dr. Mihemed Îhsan got jî: “Eger em li axaftina Biden binêrin, di destpêkê de nerîneke min a xirab hebû, lê wî peyamek gelek xweş derbarê Kurdistanê de da, lewma divê em sûdê jê werbigirin û li ser wê yekê ava bikin û gotûbêjên xwe cidîtir bikin.”