Amadekarî ji bo wergirtina genimê cotyarên Hewlêrê tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi serperştiya Parêzgerê Hewlêrê, civîneke taybet li ser wergirtin û berbazarkirina genimê cotyaran tê kirin.

Bi serperştiya Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û amadebûna Cîgirê Parêzgerê Hewlêrê Hêmin Qadir, duhî (Pêncşem, 18ê Nîsana 2024ê) civîneke taybet li ser danana mîkanîzm û pilanên pêdivî ji bo wergirtin û berbazarkirina genimê cotyaran li parêzgeha Hewlêrê ji bo îsal hat kirin.

Li dû ragehandina Parêzgeha Hewlêrê, di wê civînê de ku Birêveberên Giştî yên Bazirganî û Çandinê û Birêveberê Sayloya Hewlêrê û çend aliyên din ên peywendîdar amade bûbûn; Parêzgerê Hewlêrê bal kêşa ser wan amadekarî û pilanan ên ku ji bo wergirtin û berbazarkirina genimê cotyarên parêzgeha Hewlêrê ji bo îsal pêdivî ne.

Parêzgerê Hewlêrê di vî warî de destxweşî li serok û endamên lijneya bilind a serperiştiyariya wê piroseyê ya sala borî kir û tekez li ser wê yekê kir ku divê endamên lijneya nû wê piroseyê ji bo îsal li sayloyên Hewlêrê û Quştepeyê gelek baştir û çêtir ji salên borî û bê kêmûkasî û arêşe û girift bi rêve bibin, herwesa tekez li ser wekhevî û dadperweriya di wergirtina berhemê cotyaran de kir.

Di pareke din a wê civînê de, pêxemetî pêşkêşkirina hêsankarî û alîkarî û piştevanîkirina cotyarên qezaya Koyeyê, Parêzgerê Hewlêrê razîbûna Parêzgeha Hewlêrê ji bo vekirina bingeha wergirtina genimê cotyaran li Koyeyê diyar kir. Ji bo vê meremê jî, rêkar û pilanên pêdivî ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên bicihanîn.

Li dawiyê jî piştî ku Cîgirê Parêzgerê Hewlêrê Hêmin Qadir dubare wekî Serokê Lijneya Bilind a Wergirtin û Berbazarkirina Genimê Cotyaran li Parêzgeha Hewlêrê hat destnîşankirin, ji aliyê amadebûyiyan ve çend pirsyar û mijarên din ên girêdayî birêveçûna wê piroseyê bi awayekî serkeftî hatin berçavkirin û danûstandin li ser hatin kirin.