Hikûmeta Almanyayê zimanê kurdî li sîstema ajokariyê zêde kir

Berlîn (K24) – Bi xebata Civata Kurdî û du dostên kurdan li Almanyayê, zimanê Kurdî li teoriya hîndekarî û ezmûna ajokariyê de tê zêdekirin. Îsal kurdên li Almanyayê dê bi zaravayê kurmancî ezmûna ajotinê bikin û hewil tên dayîn ku zaravayê soranî lê zêde bikin.

Li Berlînê ji bo kurdên ku nû hatine Almanyayê û hîna nikarin bi zimanê almanî ezmûna ajokariyê derbas bikin, êdî dikarin bi zimanê Kurdî beşdar bibin.

Xwediyê ofîsa fêrbûna ajokariyê Hemîd Osman ji K24ê re got: “Hesteke xweş e ku meriv biçe ser kompîturê û ezmûna xwe bi zimanê kurdî bike. Ji bo me mamosteyan hestek xweş e ku em bi zimanê kurdî wane bidin.”

Civata Kurdî li Almanyayê bi alîkariya rojnamevanê almanî Tobias Huch û Parlamenterê alman Oliver Luksic ev sê sal in hewl dide ku zimanê kurdî jî bikeve nava sîstema perwerdeyê û moleta ajokariyê.

Endama Civata Kurdî li Almanya Şîlan Kurdpûr ji K24ê re behsa hewlên Civata Kurdî ji bo bicîkirina zimanê Kurdî di sîstema ajotina li Almanyayê de kir û got: “Van her du kesayetên alman gelek alîkar bûn ji bo vê projeyê û welatiyên kurd dê sûdê ji vê yekê werbigirin.”

Li Almanyayê wergirtina moleta ajokariyê biha ye, heta 3,500 euro lê diçe. Testa teoriyê jî wek yek ji dijwartirîn testan tê dîtin, ku bi qasî nîvê beşdaran nikanin bi cara yekem jê derbas bibin.