Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mamosteyên zimanê kurdî li Efrînê amade dike

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê ji bo amadekirina hejmarek ji mamosteyên kurdî, xuleke fêrbûna xwendin û nivîsandina kurdî ji derçûyên zanîngehan re vekir.

Ji bo fêrkirina xwendin û nîvsandina û bi zimanê kurdî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xuleke fêrkirinê li bajarê Efrînê vekir. Di qunaxa yekem de, xwendekar û derçûyên zankoyan dê fêrî rêzimanê kurdî bibin, di qunaxa duyemîn de jî, ew kesên hatine fêrkirin dê li bajar û bajarokên cuda yên Efrînê xulên fêrbûna xwendin û nivîsandinê vekin.

Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Şevger Remedan ji K24ê re got: “Armanca me ya sereke ew e, em komeke mamosteyan amade bikin, da ku bikarin li hemû gundê û bajarokên din ên Efrînê xulên fêrbûna xwendin û nivîsandina kurdî ji xelkê re vekirin.”

Beşdara xuleyê Hêvîn Bozo got: “Ev kurek ji bo amadekirina mamosteyên kurdî ye. Em li vir xwendekarên zanîngehan in, em dixwazin fêr bibin û zimanê xwe bi pêş ve bibin.”

Beşdara xuleyê Fûad Hac Ebdo dibêje: “Ji bo kurd û ereban kî bixwaze fêrî kurdî bibe, derfet ji bo wî heye ku werin Dezgeha Xêrxwaziya Baranî û fêrî astên cuda cuda yên kurdî bibin. Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Baranî dikin li ser vî karî.”

Mamosta Mehmûd Birîmce ji K24ê re got: “Armance me ew e ku zimanê kurdî bêhtir xurt bibe, ji ber ku di pêşerojê de em ê bipêş bikevin û zimanê kurdî di nava xwe biçespînin.”

Bi kirîza sala 2011an re, derfeta fêrbûna zimanê kurdî li bajarê Efrînê û hemû bajarên din ê Rojavayê Kurdistanê berfirehtir bû, lê derbasbûna çekdarên opozisyona Sûriyeyê ji bo bajêr di sala 2018an de, ew yek rawestiya bûbû.