Roja Rojnamegeriya Kurdî li Tirbesipiyê hat bibîranîn

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya derbasbûna 126 salan li ser belavkirina rojnameya Kurdistan li Qahîra, çalakiyek li bajarokê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê hate kirin. Beşdarên wê çalakiyê dibînin ku Rêveberiya Xweser rêgiriyê li karê rojnemevanan dikin û nahêlin ku rojnemevan bi rola xwe rabin.

Bi beşdariya rojnemevan û rewşenbîr û nûner û alîgirên Encûmena Niştimanî a Kurdî li Sûriyê (ENKS), 126emîn salvegera belavbûna yekemîn rojnameya kurdî, li bajarokê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat bibîranîn.

Di vê boneyê de, serkirdeyên ENKSê girtina rojnemevanan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve şermezar kirin û daxwaza berdana wan kirin.

Sekretera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê Fesla Yûsif got: “Îro, rojeke dîrokî ye, rojeke giring û taybet e ji bo me wek miletê kurd ku wek miletekî ku gelekî mafên me hatine binpêkirin, yek jê jî mafên rojnamevanan û ragihandina me ya kurdî ye ku mixabin qedexe ye. Îro û em vê rojê bibîr tînin, hejmarek ji hevalên me di zîndanan de ne û em azadiyê ji wan re dixwazin û girtina wan şermezar dikin.”

Li ser dirêjahiya salên kirîza  Sûriyeyê, gelek binpêkirin di derheqê rojnemevanan de li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê hatine kirin, hin rojnemevan di dema şopandina bûyeran de canê xwe jidest dan û birîndar bûne û herwiha hejmrek ji rojnemevanan jî hatin girtin yan revandin.

Di 22ê nîsana 1898an de yekemîn rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” li ser destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan hate belav kirin, ev dîrok jî weke Roja Rojnamegeriya Kurdî hatiye naskirin. Salane li Rojavayê Kurdistanê ev roj ji aliyê welatî û rojnemevanan ve tê bipîranîn û hin çalakî tên kirin.