Li bajarokê Tirbesipiyê xula Newroz a volîbolê dest pê kir

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê, xula Newroz ya volîbolê dest pê kir. Îsal 24 tîmên cuda beşdarî xulê bûne û dê sê tîmên serkeftî di dawiya xulê de wê werin xelatkirin.

Xula Newroz ya volîbolê li gundê Sîha li Tirbesipiyê dest pê kir. Îsal 24 tîm ji pêkhateyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê beşdarî xulê dibin. Rêkxerên xula Newroz dibêjin, ji bilî pêşxistina asta volîbolê armanca wan belavkirina çanda qebûlkirin û hezkirinê ye.

Rêkxerê xula Newroz Ebdulselam Ebdê got: “Armanca me ji vê qehremaniyê ew e, biratî û aştiyê di herêmê de Kurd û Ereban belav bikin

Lîstikên xula Newroz salane li yarîgehekê cuda yê navçeyê birêve diçe, ji 24 tîman bi tenê 3 tîm xwedî pileyên herî bilind têne xelatkirin.

Kapîtanê Tîma Inizî Casim Seho dibêje: “Ez ji damezrênerê vê xulê me , di vê lîstikê de em biser neketin, lê em hêvîdar in di lîstikên bê de serkeftinê bidest bixin. Armanca xulê belavkirina hezkirinê ye di navbera pêkhateyên Cizîrê de ye.”

Xula Newroz ya volîbolê di sala 1983an de li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribû, di salên derbasbûyî de ev xul rastî gelek astangiyan ji aliyê hêzên ewlehiya hikumetê ve dihat, lê piştî 2011an gelek pêşketin tê de çêbûne.