Vera Koyî li Weqifa Îsmaîl Beşîkçî 2 pirtûkên xwe dan naskirin
Diyarbekir (K24) – Perwerdekar û nivîskar Vera Koyî ku li ser jiyana xwe ya ku tevlî refên PKKê bûbû û piştre ji wan qut bûbû, du pirtûk nivîsandin, her du pirtûkên xwe dan naskirin.
Nivîskara Kurd di derbarê pirtûkên xwe yên bi navên ‘Sîmûrglar û Kurd Kapani’ ku nivîsî de li Weqifa Îsmaîl Beşîkçî ya Diyarbekirê bernameyeke danasînê li dar xist û pirsên beşdaran bersivandin.
Vera Koyî, bang li hemû jinan kir ku di warê derxistina cewherên xwe de bi wêrekî tevbigerin.