2. Festîvala Hezar Def bi tevlîbûna zêdetir ji 100 hezar geştyaran li Palinganê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Duyemîn Festîvala Hezar Def li gundê Palinganê yê dîrokî û geştiyarî yê Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya defjenên çar aliyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hart lidarxistin.

Festîvala Hezar Def bo cara duyemîn li vî gundê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê tê lidarxistin û zêdetirî 100 hezar geştyar ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û navçeyên din ên Îranê ji bo beşdariya di merasimê de, çûn gundê Palinganê.

Palingan ku berê paytexta Împeratoriya Erdelan bû, ji ber cihê xwe yê erdnîgarî û şêwaza xaniyên xwe, ev çend sal in bûye gundekî geştiyariyê.

Palingan destpêkê bi merasîmên xwe yên taybet ên Newrozê navdar bû û niha jî merasîma hunerî ya hezar def lê tê lidarxistin.

Zêdetir ji hezar defjenên jin û mêr ji çar aliyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li defan dan û bala geştyaran kişandin.

Ciwanekî Palingan dibêje: “Mêvanên me ji çar aliyên Îran, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û herêmê hatine. Ev merasim ji bo ku Palingan di Tomara Şûnwarên Dîrokî û Çandî yên Cîhanê de bê tomarkirin, gelek girîng e.”

Ciwanekî ji Başûrê Kurdistanê ku ji bo geştiyariyê çûbû Palnganê jî got: “Ji bo dîtina vê merasîmê ez ji Kalarê hatime. Merasîmeke xweş û taybet e.”

Def amûreke kurdî ye ku bi sedan sal in di merasîmên olî yên li xaneqeyên Kurdistanê de tê bikaranîn. Di nîvê sedsala borî de, ji aliyê defjenên Rojhilatê Kurdistanê ve di komên mûzîkê de hatiye bikaranîn, note jê re hatiye nivîsandin û bûye amûreke zanistî.

Berpirsê Koma Tembûrvanên Şaho û Dalaho, Ferûx Yadgarî dibêje: “Gelek komên me yên defjenînê hene û ji nêzî 25 deverên cuda yên hatine Palinganê da ku beşdarî vê merasîmê bibin.”

Gundê Palingan beriya niha ji aliyê UNESCOyê ve wek beşek ji erdnîgarî û çanda herêma Hewramanê hatibû tomarkirin. Organîzatorên Festîvala Palinganê ya Hazar Def jî dibêjin, ew hewl didin îsal vê merasîmê li UNESCOyê tomar bikin.”

Rêveberê Giştî yê Mîrateya Çandî ya Parêzgeha Sineyê Mensûr Mêhrzad got: “Ev gund berê wek Mala Huner û Çanda Hewramanê li UNESCOyê hatiye tomarkirin, lê vê carê em dixwazin bi vê merasîmê careke din wê li cihên geştiyariyê yên cîhanê tomar bikin, ku ev jî gaveke din a girîng e ji bo parêzgeha Sineyê.”

Serokê Navenda Hunerî ya Parêzgeha Sineyê got, zêdetirî ji sed hezar geştyar ji seranserê Îranê beşdarî merasima Hezar Def bûne. Bi hezaran otomobîl ji hundirê gund heta çend kîlometiran li dû hev rêz bûne û piraniya geştiyaran jî ji bo ku xwe bigihînin Palingan neçar man çend kîlometreyan bimeşin.”