Hîwa Elî: Ewlehiya xwarinê ya Herêma Kurdistanê û Îraqê yek pakec e

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke bilind li ser astê Wezareta Çandinê û Civata Nûnerên Îraqê serdana Wezareta Çandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û çend civînan bi merema berbazarkirina genimê cotyarên Herêma Kurdistanê dike.

Berpirsê Wezareta Çandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Elî ji K24ê re ragehand, “Ev çend sal in berhemê me yê danan pêş keftiye, me di çarçoveya pilana berbazarkirinê de arêşe bi Wezaretên Bazirganiyê û Çandinê yên Îraqê re heye; li naverast û başûrê Îraqê wergirtina genimî bêsinor e lê li Herêma Kurdistanê li astê daxwaziya cotyaran nîne, lewma îsal û par jî me gelek tekez li ser çarekirina arêşeya cotyaran kir”.

Hîwa Elî amaje jî da, “Îsal me baraneke baş hebû û em pêşbîniya berhemeke gelek baş dikin, lewma em dixwazin bi Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê re paralel bin, ku dibêjin şeş tonên genimî dê bên wergirtin, ji ber wê yekê jî ew şand hatiye ku ji nêz ve serdana bajarên Herêma Kurdistanê bike, di eynî demê de ji bo dîtina rewşa cotyaran serdana zeviyên wan bike.

Navbirî amaje jî da, “Em par jî li ser wergirtina wê hejmara genimî razî nebûn. Em dibêjin; me du milyon tonên genimî hene û em bizavê dikin ku gelek ji wî berhemî li saylonên Îraqê bixin di çarçoveya pilana berbazarkirinê de, ew jî hatine ku wê mijarê bibînin”.

Wekîlê Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Silêman îro (Yekşem, 21.04.2024) ji K24ê re ragehand, “Şandeke Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Îraqê li Hewlêrê ye, biryar e bi Wezaretên Çandinê û Bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê re bicive”.