Fîdan: Em dê li Hewlêrê tekezê li ser pêşxistina peywendiyan bikin

Hakan Fîdan
Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê eşkere dike, “Ev demeke dirêj e ku amadekarî ji bo serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Hewlêrê tên kirin”. Herwesa dibêje, “Em dixwazin ew serdan berhemdar be”.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Yekşem, 21.04.2024) di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de behsa serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û got, “Merema me ji wê serdanê ew e ku peywendiyên me bibin sedema seqamgiriya deverê û pêşkefinê”.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ragehand, “Ev demeke dirêj e ku em amadekariyan ji bo wê serdanê dikin û em dixwazin ew serdan berhemdar be”.

Hakan Fîdan amaje jî da, “Di pirsên ewlehî, enerjî, çandin, av, tendirustî û perwerdeyê de gelek karên cuda hene, di vê serdanê de zêdetirî 20 lihevkirinan dê bên îmzakirin û serdan dê ji bo Bexdayê û Hewlêrê be”.

Navbirî tekez jî kir, “Tirkiye piştgiriya pêngavên Sûdanî ji bo seqamgiriya deverê û pêşkeftinê dike, lihevkirina çarçoveya stratejîk dê bê îmzakirin”.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê eşkere jî kir, “Em dê li Hewlêrê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicivin û em dê tekezê li ser pêşxistina peywendiyan bikin”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan roja Îniyê, 19.04.2024, di dema temambûna nivêja Îniyê de ji rojnamevanan re ragehand, “Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, ez dê serdana Hewlêrê jî bikim”.

Pêştir jî Erdogan ragehandibû ku mimkin e serdana Hewlêrê bike lê vê carê amaje da wan teweran jî yên ku dê li Hewlêrê bên behskirin.

Navbirî eşkere jî kir ku serdana wî ji bo Bexda û Hewlêrê dê di rojekê de be.

Şanda Erdogan ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Berpirsê Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan pêk hatiye ku her yek ji wan pêştir serdana Bexda û Hewlêrê kiriye.