Abdurrahman Kurt bo K24ê: 26 peyman di navbera Îraq û Tirkiyeyê tên îmzakirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî şanda Erdogan ku herwesa Şêwirmendê Bilind ê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan e ji K24ê re radigehîne, “Heta niha çar peyman di navbera Îraq û Tirkiyeyê de hatine îmzakirin”.

Endamê şanda Erdogan Abdurrahman Kurt ku herwesa Şêwirmendê Bilind ê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan e ji K24ê re ragehand, “Heta niha çar peyman di navbera Îraq û Tirkiyeyê de hatine îmzakirin”.

Wî endamê şanda Erdogan herwesa got, “Hejmara giştî ya peymanan 26 kopî ye”.

Abdurrahman Kurt eşkere jî kir ku hejmara aborî ya di navbera Tirkiye û Îraqê de 17 milyar dolar e.

Navbirî herwesa amaje da, “Niha civîna şanda Tirkiye û aliyên Îraqî berdewam e”.

Şêwirmendê Bilind ê Serokkomarê Tirkiyeyê tekez jî kir, “Ev bi hezaran sal in ku em bi hev re dijîn”.

Abdurrahman Kurt di derheqa serdana Erdogan ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê de jî ragehand, “Serdana Erdogan ji bo Hewlêr û Bexdayê yekcar giring e”.

Balafira Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan seet 11:00 ê sibeha îro (Duşem, 22.04.2024) li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê dada.

Pêştir Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî jî di derheqa serdana Erdogan ji bo Îraqê de ji K24ê re ragehandibû, “Amadekarî ji bo vê serdanê hatine kirin û biryar e zêdetirî 20 peyman û yadaştên hevfehimandinê bên îmzakirin”.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê herwesa got, “Serdana Erdogan dê destpêka çarekirina arêşeyên Îraq û Tirkiyeyê be, herwesa dê ji bo peywendiyên me yên dîrokî jî bibe xala werçerxanê”.

Basim Ewadî amaje jî da, “Serdana Serokkomarê Tirkiyeyê dê surpirayzeke gelek mezin bi xwe re bîne. Di konfiransa rojnamevanî ya hevpar a li gel Erdogan de, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê hûrhûrkên wê surpirayzê eşkere bike”.