Mesrûr Barzanî: Em bi temamî piştgiriya xwe ji bo azadiya ragehandinê tekez dikin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Em bi temamî piştgiriya xwe ji bo azadiya ragehandinê tekez dikin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 22.04.2024) li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Di roja rojnamvenaiya Kurdî de, em herdem bi rêz û hurmet ve li rolê giring ê rojnamevanan û karê rojnamevaniyê dinêrin”.

Mesrûr Barzanî herwesa amaje daye, “Em bi temamî piştgiriya xwe ji bo azadiya ragehandinê tekez dikin”.

Sibeha îro (Duşem, 22.04.2024) bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dîdara Navdewletî ya Hewlêrê ji bo Karê Rojnamevaniyê hat lidarxistin, ku Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Federasiyona Navdewletî ya Rojnamevanan rêk xistibû.

Di wê dîdarê de ku bi salvegera roja rojnamevaniya Kurdî, salvegera derkeftina Rojnameya Kurdistanê û salvegera Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê re hevdem bû, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotarekê de amaje da ku, li Herêma Kurdistanê karê ragehandinê bi temamî azad e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser peydakirina derfet û jîngeheke guncayî ji bo karê rojnamevaniyê û azadiya raderbirînê di çarçoveya qanûnê de pabend e.