Li Mêrdînê qedexe hat ragehandin

Bajarê Mêrdînê
Bajarê Mêrdînê

Diyarbekir (K24) - Li 5 gundên girêdayî navçeya Nisêbînê ya Merdînê yên devera çiyayê Bagokê wek herêmên ewlehiyê yên teybet hatin nîşandan û ji bo 15 rojan qedexe hat ragihandin.

Parêzgehiya Mêrdînê di daxuyaniyekê de li ser qedexeyê wiha got: ‘’Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, nîzama giştî û aramiya giştî, nehîştina tawanan û parastina maf û azadiyên kesên din; 5 gundên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di navbera 22ê Nîsana 2024an û 06ê Gulana 2024an li wan deveran ji bo 15 rojan herêma ewlekariya taybet a demkî hatiye ragihandin.’’