Bilgay Duman: Tirkiye piştevaniya hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê dike

Bilgay Duman
Bilgay Duman

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Peywendiyên Senterê ORSAMê amajeyê dide, “Qonaxeke nû li Îraqê dest pê kiriye”. Herwesa dibêje, “Tirkiye ji hemî aliyan ve piştevaniya hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê dike”.

Berpirsê Peywendiyên Senterê ORSAMê Bilgay Duman îro (Duşem, 22.04.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Serdana Erdogan ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê giringî û encamên erênî ji bo her sê aliyan bi yek ast hene, xasma ku Erdogan piştî 13 salan ev serdan kir”.

Berpirsê Peywendiyên Senterê ORSAMê amaje jî da, “Qonaxeke nû li Îraqê dest pê kiriye, Tirkiye tevî wê qonaxa nû peywendiyên xwe bi wî welatî re nû dike”.

Bilgay Duman herwesa got, “Tirkiye ji hemî aliyan ve piştevaniya hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê dike”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îşev (Duşem, 22.04.2024) seet 20:30 bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hat kirin.

Serdana Erdogan a ji bo Hewlêrê piştî serdana wî ya ji bo Bexdayê tê, ku seet 11:00 ê sibeha îro (Duşem, 22.04.2024) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve pêşwazî lê hat kirin. Piştî civînan jî, îmza li ser 26 peyman û yadaştên hevfehimandinê hatin kirin.

Di serdana xwe ya ji bo Hewlêrê de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive û danûstandinan li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê bike.

Ev serdana Erdogan di dîrokê de dibe serdana yekê ya Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Herêma Kurdistanê. Ev di demekê de ye ku berî 13 salan Erdogan ku wê demê Serokwezîrê Tirkiyeyê bû dîsa serdana Hewlêrê kiribû û bi Serok Barzanî re tevlî vekirina Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bûbû.