Naveroka civîna Serok û Serokwezîrên Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re

Civîna Serok û Serokwezîrên Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re
Civîna Serok û Serokwezîrên Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê de civiyan û pê re li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya deverê û çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê bi rêya danûstandinan û li ser bingeha destûrî hevnerîn bûn.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tevî şandeke welatê xwe îşev (Duşem, 22.04.2024) seet 20:30 bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hat kirin.

Paşî di civîneke hevpar de, ku hejmareke berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê tê de amade bûbûn, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî û dawî guhertinên Îraq û deverê hatin kirin.

Her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya deverê û çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê bi rêya danûstandinan û li ser bingeha destûrî û herwesa berdeamîdana bi hevahengî û alîkariya hevpar di warê pêşxistina lihevguhertina bazirganî û weberhênanê de hevnerîn bûn.

Herwesa Serok Mesûd Barzanî jî îro (Duşem, 22.04.2024) li bajarê Hewlêrê pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û bi hev re civiyan.

Paştir Serok Mesûd Barzanî li ser tora civakî ya Xê di derheqa civîna xwe ya li gel Serokkomarê Tirkiyeyê de peyamek parve kir û amaje da, “Ez bi pêşwazîkirina Serokkomarê Tirkiyeyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

Serok Barzanî di wê peyama xwe de herwesa nivîsiye, “Me li ser rêyên berdewam ên hevahengiyê di berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyeyê de danûstandin kirin”.