Naveroka civîna Serok Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê

Serok Barzanî û Recep Tayyip Erdogan
Serok Barzanî û Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê li Hewlêrê civiyan û tekez li ser pêşveçûn û berfirehbûna peywendiyên navbera Îraq û Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kir.

Serok Mesûd Barzanî şevêdî (Duşem, 22.04.2024) li bajarê Hewlêrê pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û pê re civiya.

Baregayê Barzanî peyamek li ser wê civînê belav kir û tê de amaje da, “Di wê civînê de, serdana Serokkomarê Tirkiyeyê û şanda pê re ji bo Bexdayê û hevfehimandin û lihevkirinên navbera Îraq û Tirkiyeyê giring û dîrokî û wekî sedema pêşveçûnê û tenahiyê hat wesifandin”.

Her di wê civînê de tekez li ser pêşveçûn û berfirehbûna peywendiyên navbera Îraq û Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hat kirin, ew jî pêxemetî zêdetir mukombûna seqamgiriya herêmî û alîkarî û hevahengiya hevpar di warên cuda cuda de û kûrtirkirina bingehên cîrantiyê û berdewamîdana bi peywendiyên aborî.