Aydin Marûf: Şandeke Herêma Kurdistanê ji bo pirsa pêkhatan diçe Bexdayê

Aydin Marûf
Aydin Marûf

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan radigehîne, “Şandeke Herêma Kurdistanê ji bo pirsa pêkhatan serdana Bexdayê dike”. Amajeyê jî dide, “Erdogan di civînên xwe yên li gel desthilatdarên Îraq û Herêma Kurdistanê de nîgeraniya xwe ji bo helweşandina kursiyên kutayan diyar kir”.

Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan Aydin Marûf îro (Sêşem, 23.04.2024) ji K24ê re ragehand, “Heftiya bê şandeke Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinên li ser pirsa pêkhatan serdana Bexdayê dike”. Herwesa got, “Serdana duhî ya Erdogan û çûna şanda Herêma Kurdistanê dê bandor li ser vegerandina kursiyên kutayan û xasma kursiyên kutaya Tirkmenan hebe”.

Li dû gotinên Aydin Marûf, “Gilî li ser biryara Dadgeha Federalî ya helweşandina kursiyên kutayan zêde bûne û piştevanî jî ji bo kursiyên kutayan zêde bûne”. Amaje jî da, “Erdogan di civînên xwe yên li gel desthilatdarên Îraq û Herêma Kurdistanê de tekez li ser parastina mafên pêkhatan li Herêma Kurdistanê kir û nîgeraniya xwe ji bo helweşandina kursiyên kutayan diyar kir”.

Aydin Marûf amaje jî da, “Dema serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Bexda û xasma ji bo Hewlêrê hestyar, dîrokî û gelek giring bû”. Eşkere jî kir, “Peywendiyên Hewlêr û Enqereyê di astekî gelek baş de ne û armanceke serdana Erdogan jî berdewamîdana bi van peywendiyan bû”.

Navirî tekez jî kir, “Tirkiye welatekî giring ê Rojhilata Navîn e û ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê jî giringiya xwe ya taybet heye. Herêma Kurdistanê jî bi eynî awayî ji bo Tirkiyeyê giring e”.

Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan herwesa got, “Lihevkirin li ser hinardekirina petrolê hatiye kirin, giringtirîn tişt ew lihevkirinên Tirkiyeyê yên bi Îraqê re ne ku Herêma Kurdistanê jî vedigirin”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tevî şandeke welatê xwe şevêdî (Duşem, 22.04.2024) seet 20:30 gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.