Jûrên Bazirganî yên Hewlêr û Ruhayê pêwendiyên xwe yên aborî xurtir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Jûra Bazirganî ya Hewlêrê di pêşwazîkirina li şanedeke bazirganî ya Ruhaya Bakurê Kurdistanê de ragihand, ew hewl didin têkiliyên xwe bi odeyên bazirganî yên Tirkiyeyê re zêdetir bipêş bixin.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd pêşwazî li şandeke Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Ruhayê bi serokatiya Serokê Jûrê Mehmet Yetim kir.

Geylan Hacî Seîd di konferanseke rojnamevanî de serdana şanda Ruhayê ji bo berfirehkirina peywendiyên bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, bi girîng binav kir.

Herwiha got: “Pêwendiyên aborî yên berfireh di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hene. Sala borî qebareya hinardekirina Tirkiyeyê bo Iraqê 12.7 milyar dolar bû, ji sedî 98ê ji wê di rêya deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl re bû.”

Li gor Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê, hatina şanda Ruhayê “derfeteke gelek baş e ji bo gotûbêjkirina bazirganî û veberhênanê, herwiha zêdekirina rola Tirkiyeyê di geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê de.”

Diyar kir jî: “Armanca me xurtkirin û berfirehkirina peywendiyan bi hemû jûrên bazirganiyê yên Tirkiyeyê re ye, bi taybet bajarên nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê, ji ber ku gelek xalên me yên hevbeş hene û nirxê kelûpelan ji bo karsazên Kurdistanê kêmtir dibe.”

Ji aliyê xwe ve Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Ruhayê Mehmet Yetim dilxweşiya xwe bi vê serdanê nîşan da ku yekem car e ew serdana Hewlêrê dikin û spasiya Jûra Hewlêrê kir ji bo vê pêşwaziyê.

Herwiha bal kişand ser serdana dîrokî ya Serokkomarê Tirkiyeyê bo Hewlêrê û got, ji bilî bihêzkirina peywendiyên dîplomatîk, dê bandoreke wê ya gelek baş li ser bihêzkirina peywendiyên aborî di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hebe.

Herwiha got: “Civîna her du aliyan, derfeteke baş e ji bo bihêztirkirina peywendiyên me bi Odeya Bazirganî ya Hewlêrê re, ji ber ku nêzîkbûna me ji Herêma Kurdistanê re, dê bibe derfetek baş bo karsazên Kurdistanê.”

Mehmet Yetim di berdewamiya axaftinên xwe de behsa wan sektoran kir ku bajarê Ruhayê dikare hevkarî û hevahengiya sermayedarên Kurdistanê bike, weke elektrîk, xwarek, avahi û çandiniyê. Herwiha hêvî xwast ku peywendiyên dualî zêdetir bipêş bikevin. Herwiha Mehmet Yetim Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê jî vexwend Ruhayê.