Hikûmeta Herêmê bi planeke demdirêj kar ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hatina geştyaran bo Herêma Kurdistanê di heyama 5 salên borî de du qatan zêde bûye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser planeke demdirêj dike ji bo pêşxistina wê sektorê û dixwaze vê sektorê bike çavkaniyeke sereke ya dahatê.

Keşûhewa û rewşa deverên geştyarî yên Herêma Kurdistanê, bûye sedem ku her sal bi sed hezaran geştyar ji Iraq û welatên cîran û cîhanê serdana Kurdistanê bikin.

Sektora geştyarî, sûda wê ne ne tenê di dahata wê de heye, lê dema geştyar serdana her navçe û welatekî dikin, ji bilî sûda aborî, êdî bi çanda wê herêmê re nas dibin.

Pisporê dîrokê Kameran Mihemed ji K24ê re got: “Em dikarin ji xwezaya xweş a Kurdistanê sûdê werbigirin û zêdetir geştyaran bikişînin. Divê em zêdetir giringiyê bidin cejnên niştimanî, da ku zêdetir geştyaran bikşînin Herêma Kurdistanê.”

Rêveberê Geştiyariyê li Koyê Îsmaîl Ebdullah ji K24ê re ragihand: “Niha em dibînin ku çend kompaniyên geştiyariyê, geştiyaran tînin Herêma Kurdistanê, ji ber wê jî divê bername û plana sektora geştiyariyê di wê astê de be ku pêşwaziya hejmareke, mezin a geştyaran bike.”

Di 5 salên borî de hejmara geştyaran du qatan zêde bûye. Sala borî nêzîkî 8 milyon geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û Desteya Geştiyariyê jî plan dike ku salane 20 milyon geştyaran bên Herêma Kurdistanê.