Karvedana serdana Erdogan bo Hewlêrê di rojnameyên Tirkiyeyê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bo Herêma Kurdistanê di rojnameyên Tirkiyeyê de, bû sedema karvedanên mezin. Piraniya rojnameyan ev serdan kir manşetên xwe û tekez kirin ku bi germî pêşwazî li Erdogan hatiye kirin.

Serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bo Hewlêrê di 22ê Nîsana 2024an de, di medyaya Tirkiyeyê de rastî karvedanên berfireh hat û heta bû yekem nûçeya rojnameyan.

Di nûçeyan de bal hat kişandin ser pêşwazîkirina Recep Tayyîp Erdogan ji aliyê Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve û tekezî li wê kirin ku mijarên enerjî û aborî mijarên sereke yên hevdîtinan bûn.

Rojnameya Aksam nivîsand, di hevdîtinan de tekezî li ser operasyonên ewlehiyê yên li dijî PKKê û Peymana Rêya Geşepêdanê hatin kirin.

Rojnameya Yenîshafak a desthilatdarê jî got, ji bo paşeroja peywendiyên Enqere, Hewlêr û Bexdayê nexşerêyek bihêz hatiye danîn. Herwiha tekezî li ser pêşwaziya Erdogan bo Hewlêrê kir û navên taxên ku Erdogan tê re derbas bû jî anîn ziman ku ala Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hev re hatibûn dîtin.

Rojnameya Milliyetê jî sernavê “Xala werçerxanê di pêwendiyên Tirkiye û Iraqê de” nivîsî û amaje bi îmzakirina peymaneke hevtêgihiştinê li ser projeya rêya geşepêdanê kir û tekez kir ku Tirkiye û Iraq dê bi hev re rûbirûyê PKKê bibin.

Rojnameya Turkiye jî sernavê “Rûpeleke nû bi Iraqê re” nivîsî û got, Erdogan bi 8 wezîran re giheşte Bexdayê û piştre serdana Hewlêrê kir. Tirkiye bi yek astê li Ereb, Kurd, Tirkmen û pêkhateyên din dinêre.

Herwiha rojnameya Yenîçag got, Erdogan piştî 13 salan li Iraqê ye û Hewlêrê bi taybetî mijara enerjiyê û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser hinardekirina petrolê hatin gotûbêjkirin.

Ji aliyekî din ve rojnameya Milat jî ragihandiye, Iraq ji beşdarbûna operasyonên li dijî PKKê nêzîk bûye. Her wiha behsa rola Hewlêrê di şandina enerjiyê bo Tirkiyeyê û kêşeyên petrolê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyyip Erdogan roja Duşemê (22.04.2024) gihîşt Bexdayê û piştî hevdîtina ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, serdana Hewlêrê kir û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Hewlêrê de, Serokomarê Tirkiyeyê bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re civiya.

Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya, Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler, Wezîrê Enerjiyê Alparslan Bayraktar, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bulat, Serokê Hewalgiriyê Îbrahîm Kalin û gelek wezîr û rayedarên payebilind ên din ên Tirkiyeyê bi Erdogan re bûn.