Li Reqayê otomobîleke bombekirî teqiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Otomobîleke bombekirî li nêzî zindaneke li Reqayê teqiya û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya bo Mafê Mirovan belav kir, otomobîlek bombekirî li nêzîkî zindana Ehdas ya bajarê Reqayê teqiya, li gorî zanyariyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

Hêzên ewlehiyê dorpêçeke ewlekarî li derdora cihê teqînê danî û ambulans jî ber bi cihê teqînê ve çûn û hejmarek ji birîndaran veguhestin.

Di Adara borî de, ji ber isyaneke girtiyan di zîndana Ehdas de, HSDê girtiyên zindana Ehdas veguhestibûn zindana navendî.

Reqa bajarekî Sûrî ye, li ser çemê Ferêt dikeve, di sala 2014an de ketibû destê DAIŞê û di sala 2017an de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ew ji destê DAIŞê derxist û niha di bin kontrola wê de ye.