Bolton: Rêkeftineke nezalal ya rêvebiriya Biden bi komên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike re heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê dibêje, rêveberiya Biden peymaneke wê ya nezelal bi komên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike re heye û bi niyaz e li hember rawestana êrîşên li wer hêzên wê, artêşa Amerîkayê ji Iraq û Sûriyê vekişîne, lê ev ne di berjewendiya Amerîkayê de ye.

Şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton di ji K24ê re ragihand, “Stratejiya Amerîkayê ya li dijî komên çekdar ên Iraqê ne diyar e û helwesta rêveberiya Biden li hemberî êrîşên komên çekdar ên ku ji aliyê Îranê ve li Iraq û Sûriyeyê tên biçekkirin û perwerdekirin, heye.”

Bolton amaje bi nezelaliya Amerîkayê li Rojhilata Navîn kir û got ku ew nezelalî di berjewendiya Îranê de ye. Heger Amerîka li hember êrîşên komên çekdar karvedanên tundtir nîşan bidaya û bi hêztir piştgirîya Îsraîlê bikira, dê bibûya sedem ku Îran li kiryar û helwestên xwe vegeriya.

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê got, komên çekdar ji bo ragihandina agirbestê, destûrê ji Îranê digirin. Nîşan hene ku rêveberiya Biden dixwaze hêzên Amerîkayê ji Iraq û Sûriyeyê vekişîne, li hember ku Îran li ser rawestandina êrîşan û stratejiya xwe ya niha, razî bibe.

Bolton herwiha eşkere kir, dibe Îran bi vê pêngava Amerîkayê razî bibe, ev jî yek gelekî metirsîdar e, ji ber ku di berjewendiya Amerîkayê de ye ku hêzên xwe li Iraq û Sûriyê bihêle, neku vekişîne.

Herwiha got komên çekdar bi fermana Îranê ev du meh in êrîşî hêzên Amerîkayê nekirine, sedem jî ji bo tirsa wan koman ji karvedanên tund a Amerîkayê vegerand.

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê bal kişande ser wê yekê ku ji bilî zextên Amerîkayê yên li ser Îranê, lawazbûna rêveberiya Biden a li hemberî Îsraîlê, bandor li ser êrîşên komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike, kiriye.

"Eger Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne, divê komên çekdar kontrol bike. Dema dibêje divê Amerîka hêzên xwe vekişîne, bi agir dilîze ji ber ku eger heye dema ku Donald Trump bibe serok, wê biryarê bicih bîne.”

Bolton got: “Berevajî Biden, nerîneke berfireh a Donald Trump li ser Rojhilata Navîn heye û ne nêrîna wî ya taybet li ser Herêma Kurdistanê nîne, lewma divê Biden di hilbijartinên Mijdarê de biser bikeve da ku siyaseta Amerîkayê li navçeyê bêguhertin bimîne.”