Pat Ryder ji K24ê re: Em beşdariya Iraqê di çarekirina metirsiyên herêmê de bilind dinirxînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê dibêje, piştî zêdetir ji du mehan, grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve êrişî baregeha hêzên wan kirine. Herwiha got: “Em beşdariya Iraqê di çarekirina metirsiyên herêmê de bilind dinirxînin.”

Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Amerîkayê Pat Ryder ji K24ê ragihand, Di 22ê Nîsanê de, grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê du êrîşên têkçûyî li ser hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê pêk anîn.

Ryder ji peyamnêrê K24ê re ragihand, “Iraq hevkarekî girîng e û em beşdariya Iraqê di çarekirina metirsiyên herêmê de bilind dinirxînin.”

Herwiha got ku ew êrîşan metirsiyê li ser ewlekariya leşkerên hevpeymanan û hêzên Îraqî dirust dikin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Amerîkayê bang li hikûmeta Iraqê kir ku ewlehiya leşkerên Amerîkî biparêze.

Herwiha hişyarî da ku eger ev êrîş berdewam bin, dê Amerîka ji parastina hêzên xwe dudilî nebe.

Pêştir Ryder ragihandibû, “Nêzîkî 2,500 leşkerên me li Iraqê hene ku di warê rahênan û şêwirmendiyê de piştgiriya hêzên Iraqî di dema operasyonan de dikin.”

Herwiha gotibû jî: “Iraqê di şiyana xwe ya şerê li dijî teror û DAIŞê li navxwe de, pêşketineke mezin dîtiye.”