PWK salvegera 109ê ya komkujiya Ermeniyan bibîr tîne

PWK
PWK

Diyarbekir (K24) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK li ser salvegera 109ê ya komkujiya gelê Ermenî daxuyaniyeke nivîskî da û ew komkujî şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya PWKyê de bal li ser komkujiya gelê Ermenî ya di sala 1915an de hat kişandin û hat amajekirin ku di vê komkujiyê de nêzîkî 1.5 milyon mirov hatine kuştin. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em Jenosîda ku li Ermeniyan hatiye kirin rûreş dikin. Dewleta Osmanî (Rêveberiya İttihat Terakî) di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir. Jenosîda Ermeniyan yek ji jenosîdên mezin ên cîhanê ye. Jenosîda Ermeniyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî (Rêveberiya İttihat Terakî) ve hatiye kirin. Em di salvegera 109ê ya jenosîda Ermeniyan de careke din Dewleta Osmanî (Rêveberiya İttihat Terakî) û hemû alîkarên wê bi tundî rûreş dikin û em şirîkê êş û xema gelê Ermenî ne.”