Amerîka şewitandina bingehên PDKSê li Qamişloyê şermezar dike

Logoyên PDKS û Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê
Logoyên PDKS û Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîka şewitandina bingehên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyeyê (PDKS) şermezar dike û daxwaza rawestandina êrîşên li ser bingehên partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê dike.

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê duhî (Pêncşem, 25.04.2024) peyamek li ser tora civakî ya Xê belav kir û tê de ragehandiye, “Em şewitandina bingehên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyeyê (PDKS) li Qamişloyê şermezar dikin”.

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê amaje jî daye, “Divê êrîşên li ser bingeh û partiyên siyasî li bakurê Sûriyeyê bên rawestandin û lêpirsîn jî bi bikerên wê rûdanê re bê kirin”.

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê di wê peyama xwe de herwesa daxwaz ji hemî aliyan kiriye ku ji bo bicihanîna daxwazên xelkê Sûriyeyê dûr ji tundûtîjiyê pabendî gotara armancar bin”.

Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li pêr (Çarşem, 24.04.2024) di ragehandinekê de amaje da, “Çekdarên girêdayî PYDyê êrîş kirye ser her du bingehên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyeyê (PDKS) û Yekîtiya Demokrata Kurdistan – Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê û hemî kelûpelên nav her du avahiyan şewitandine”.

Li dû wê ragehandinê, çekdarên PYDyê di eynî demê de bizav kiriye Nivîsîngeha Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ya bajarê Tirpespiyê li Rojavayê Kurdistanê jî bişewitînin. Herwesa Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ew êrîş wekî êrîşeke teroristî binav kir û tekez kir ku pêştir pilan jê re hatiye danan.

Pêştir jî li roja 01.03.2024ê êrîşî Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyeyê (PDKS) ya bajarê Kobaniyê hat kirin ku biryar bû çalakiyeke Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) tê de hatibam kirin.