Hêja Ebdilwahid: Lijneyek ji bo nûjenkirina pondên Dihokê hatiye pêkanîn

Hêja Ebdilwahid
Hêja Ebdilwahid

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêverê Birêveberiya Avê ya Dihokê amajeyê dide, “Ji ber lehiya meha Adarê, zirareke zêde gehiştiye pond û bendavên sinorê parêzgeha Dihokê”. Herwesa dibêje, “Ji aliyê Parêzgerê Dihokê ve lijneyek ji bo nûjenkirin û çakkirina pondan hatiye pêkanîn”.

Birêverê Birêveberiya Avê ya Dihokê Hêja Ebdilwahid îro (În, 26.04.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Ji ber lehiya meha Adarê, zirareke zêde gehiştiye pond û bendavên sinorê parêzgeha Dihokê û ji aliyê Parêzgerê Dihokê Elî Teter ve lijneyek hatiye pêkanîn ku bi zûtirîn dem dest bi nûjenkirina wan bike”.

Hêja Ebdilwahid amaje jî da, “51 pond li sinorê parêzgeha Dihokê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine çêkirin û ji ber lehiyê zirareke zêde gehiştiye wan”.

Navbirî ron jî kir, “Zirar gehiştiye hemî pondan, ên ku temam bûne û yên ku hêşta temam nebûne jî, lê ji aliyê wê lijneya hatiye pêkanîn ve xeminandin jê re hatiye kirin û biryara nûjenkirina wan hatiye dan”.

Birêverê Birêveberiya Avê ya Dihokê tekez jî kir, “Ew lijne dê di heftiya bê de serdana deverên cuda cuda bike û dê li pondan binêre û helsengandin û xeminandinê ji bo ziraran bike”.

Serê sibeha roja Sêşemê, 19.03.2024, pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirtin, ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bû.

Ji ber wê pêla baranê, li çend taxên Dihokê û Zaxoyê lehî rabûn û çend mal û dezgehên hikûmetê têk dan, bi dehan erebe birin, hejmareke rêyan girt û sê kes jî mirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her zû peywendî bi Parêzgerê Dihokê Elî Teter kir û daxwaz jê kir, “Her tiştekî pêdivî ji bo parastina welatiyan bi zûtirîn dem bikin”.

Xwediyên hotel û motelên bajarê Dihokê jî her zû deriyên hotelên û motelên xwe ji zirardîtiyên lehiyê re vekirin û ew ji bo dema çend rojan hewandin heta ku apartman û navmalî bi wan hatin dan.