Dukan.. Barhilgirek xwe li 19 erebeyan dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Dukanê barhilgirek xwe li 19 erebeyan dide û gelek birîndar û zirarên madî li dû xwe tîne.

Peyamnêrê K24ê Aras Emîn ragehand, “Îro (În, 26.04.2024) li bajarkê Dukanê, barhilgirekê kontirola xwe ji dest da û, li dû zanyarên destpêkî, xwe li 19 erebeyan daye”.

Aras Emîn herwesa got, “Li dû amarên destpêkê, 17 kes birîndar bûne û gelek zirar jî gehiştine wan erebeyan”.

Rayîdê Trafîkê Behmen Ebdila jî di ragehandinekê de got, “Ev rûdan ji encamê jidestdana kontirola erebeyeke barhilgir bûye ku ji cûnê Flat e, kontêner li ser wê bû û ji Silêmaniyê ber bi Dukanê ve dihat, berî bigehit westgehê kontirola xwe ji dest daye û xwe li du erebeyan daye û paşî xwe li gelek erebeyên din jî daye”.

Behmen Ebdila herwesa ragehand, “Şofêrê wê barhilgirê Ereb e û xelkê Bexdayê ye”.

Birêveberiya Tendirustiyê ya Dukanê jî ji K24ê re ragehand, “Heta niha, 12 ji wan 17 birîndaran ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û birînên wan sivik in”.

Birêveberiya Tendirustiyê ya Dukanê amaje jî da, “Em bizavê ji bo kontirolkirina wê rewşê dikin û piraniya birîndaran jî jin û zarok in”.