147 kes bi tometa endamtiya PKKyê hatin binçavkirin

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê da zanîn ku bi tevahî li 34 bajaran 147 kes bi tohmeta endamtiya PKKyê hatine binçavkirin.

Ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ve ji hesabê Xê hat ragihandin ku li 34 bajaran 147 kes bi endamtiya rêxistina neqanûnî hatine binçavkirin.

Alî Yerlîkaya amaje kir ku hêzên Cendirmeyan li 19 bajarên wek Semsûr, Agirî, Aydin, Bûrdûr, Diyarbekir, Edirne, Erzirom, Dîlok, Gîresûn, Hatay, Stenbol, Kocaelî, Kîlîs, Psmaniye, Rîze, Sêrt, Şirnex, Tekîrdag, Wanê operasiyonek dijî kesên li ser medyaya civakî bangeşeya rêxistina neqanûnî kirine, endam in û alîkarî dane wê rêxistinê li dar xistine.

Her wiha li 15 bajaran jî hêzên ewlekariyê ango polîsan operasiyon li dar xistine û di nav kesên ku hatine binçavkirin de kesên alîkariya endamên rêxistina neqanûnî kirine ku di sala 2022an de bi rêyên neqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibin jî hene, her wiha dîsa di nava kesên hatine binçavkirin de kesên Newrozê bangeşeya rêxistina neqanûnî kirine jî hene.