Nêçîrvan Barzanî cuda bi Fayeq Zêdan û Qasim Arecî re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî cuda bi her yek ji Serokê Civata Bilind a Dadweriya Îraqê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê re dicive.

Li dû zanyarên malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 28.04.2024) li Bexdayê bi Serokê Civata Bilind a Dadweriya Îraqê Fayeq Zêdan re civiya.

Her di wê civînê de, du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser piroseya siyasî û dawî pêşhatên rewşa Îraqê bi awayekî giştî, bizav û danûstandinên çarekirina arêşeyên navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrî li hev guhertin.

Her du aliyan behsa giringiya zêdetir alîkarî û hevahengiya navbera desthilata dadwerî li Îraq û Herêma Kurdistanê û wergirtina feydeyî ji aliyên peywendîdar ên warê dadweriyê li Herêma Kurdistanê ji derfet û şiyanên desthilata dadweriyê ya Îraqê kir, herwesa tekez li ser parastina aramî û seqamgiriya siyasî ya welatî jî kir.

Ji aliyekî din ve her îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî re jî civiya.

Di wê civînê de, danûstandin li ser rewşa ewlehiya Îraqê û metirsî û gefên terorê û wan hevrikiyên ku ji verêja şer û aloziyên deverê rûbirûyî Îraqê dibin hatin kirin.

Her du aliyan giringiya alîkarî û hevahengiya navbera aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê ewlehiyê de û berhingarbûna metirsiyên ewlehiyê tekez kir û li ser pêdivîtiya alîkariya hemî aliyan ji bo parastina aramî û seqamgiriya welatî hevnerîn bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî (Şemî, 27.04.2024) êvarê gehşt Bexdayê, li destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya, paşî tevlî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû û paştir bi Serokê berê yê Civata Nûnerên Îraqê û Serokê Tevgera Teqedumê Mihemed Helbûsî re jî civiya.