Li Amediyê kevirê bingehîn ê gelek projeyên xizmetguzariyê hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) –  Parêzgarê Dihokê ragihand, li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro li Amêdiyê kevirê bingehîn ê çend projeyan tê danîn.

Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter îro 2ê Gulanê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî em raspardine ku giringiyê bidin vê navçeyê. Îro em kevirê bingehîn ê çend projeyan datînin ku keşûhewaya vê herêmê wek bihuşta li ser rûyê erdê ye.”

Dr. Elî Teter got: “Yek ji wan projeyan, rêyeke geştiyariyê ya peyayan li derdora Amediyê ye, ku dê bandorê li ser şûnwarên arkeolojîk û bedewiya Amediyê bike, da ku geştiyaran bikişîne vê herêmê. Hewiha dê çend otêl ji bo geştiyaran dê bên avakirin.”

Parêzgarê Dihokê got jî: “Em ê di demeke nêz de li vê herêmê tevgerên zêdetir bipêş bixin, da ku xizmeta gelên herêmê bikin.”