Daxwaza tên kirin mafên Kurdan ên sereke di makezagonê de werin cîbicîkirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP), li Paytexta Tirkiyeyê Enqereyê hat kirin û ev hevdîtina ku di nav siyaseta Tirkiyeyê de deng veda, li Diyarbekirê jî ji aliyê qada siyasî ve erênî hat nirxandin. Li gorî siyasetmedarên CHP û AK Partiyê, divê beriya her tiştî mafên Kurdan ên sereke di makezagonê de werin cîbicîkirin.

Li gorî daxuyaniyên ku piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel hatin dayîn, hevdîtin di hawireke erênî de derbas bûye. Wekî hemû aliyên siyasî, li Bakurê Kurdistanê jî bendewariyên ji vê hevdîtinê zêde ne. Li ser vê hevdîtinê rêveberên CHPê yên şaxa Diyarbekirê dixwazin ku di mijara makezagonê de nêrîna hemû aliyên civakê were girtin.

Serokê CHPê yê Şaxa Diyarbekirê Îsmaîl Akyil ji K24ê re got: “Ez vê hewildana serokê me yê giştî rast dibînim. Lewra di nav civakê de cûdakarî şaş e. Divê mirov bi hev bişêwire. Derkevin televîzyonan û gotinan bihavêjin ber hev, wiha nabe. Divê Kurd jî di nav hemû partiyên siyasî de cihê xwe bigirin lewra ne rast e ku nûnertiya Kurdan li ser partiyekê bê kirin.”

Ji bo vê hevdîtina ku piştî 8 salDan di asta bilind de çêbûbû Serokê Giştî yê CHPê bi serokên berê yên partiya xwe Altan Oymen, Hîkmet Çetîn, Kemal Kiliçdaroglû û Mûrat Karayalçin jî şêwirîbû da ku mijarên hevdîtinê bi hevparî werin diyarkirin. Siyasetmedarên AK Partiyê jî dixwazin ku di mijara makezagona nû de Kurd bi hêza xwe zanibin, hemû bibin yek û daxwaza mafên xwe bikin.

Hiqûqnas û Endamê AK Partiyê Muhammed Dara Akar dibêje: “Dibe ku ji bo Osman Kavala, ji bo Selahadîn Demîrtaş û ji bo girtiyên nexweş û extiyar, efûyeke taybet bê derxistin. Ev, daxwazên CHPê ne. AK Partî jî li ser makezagona nû zêde kûr û dûr difikire. Lewra piştî hilbijartinên şaredariyan diyar bû ku ev pergala serokomariyê li Tirkiyeyê gelek kêşe derxistin holê.”

Di hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de daxwaza siyasetmedar û welatiyên Bakurê Kurdistanê ew e ku li ser Makezagona Nû were lihevkirin û di vê makezagonê de hemû maf û azadiyên Kurdan werin cîbicîkirin da ku hemû gelên Tirkiyeyê di nav wekhevî û demokrasiyê de bijîn.