Piştîwan Sadiq: Li cîhanê ti hêzek ku bikare Herêma Kurdistanê têk bibe nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî tekez kir, “Li cîhanê ti hêzek ku bikare Herêma Kurdistanê têk bibe, nîne.“ Herwiha got: “Ew aliyên ku niha li Iraqê desthilatdar in, baweriya xwe bi destûrê naynin.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ku di heman demê de endamê Polîtburoya PDKê ye, di gotarekê de behsa pêşhatên dawî yên li herêmê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, mûçe û çendîn mijarên din kir.

Derbarê giringiy pêgeha dîplomasî ya Herêma Kurdistanê de, Sadiq got: “Serok û berpirsên Herêma Kurdistanê ku diçin welatan, li ser asta serokatiyê pêşwaziya li wan tê kirin. Hevdem jî serok û berpirsên payebilind ên herêm û cîhanê bi berdewamî serdana Herêma Kurdistanê dikin, ji ber wê jî ez we piştrast dikim ku paşerojeke gelekî geş a Kurdistanê heye.”

Herwiha got: "Herêma Kurdistanê qewareyeke siyasî û destûrî ye. Li cîhanê ti hêzek ku bikare vê herêma xweş têk bibe û lawaz bike, tine ye. Dê pirsgirêkên me hebin, lê di dawiyê de divê em biser bikevin.”

Wezîrê Ewqafê got: “Mixabin ew aliyên li niha li Iraqê desthilatdar in, baweriya xwe bi destûrê naynin. Diviyabû wan mînakeke gelek ciwan bidana Iraqê, da ku baweriya xelkê bi paşeroja xwe hebe û hizra derketina ji welat nekin.”

Li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, Sadiq got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî, ewê li ser milê wê bû, zêdetir kiriye, niha em hêvî dikin pirsgirêk bi guftûgoyan bên çareserkirin.”

Bi gotina wî endamê Polîtburoya PDKê, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê em derfetên kar ji bo xortên xwe dabîn bikin. Dema ku ciwanên me giringiyê bidin şiyanên xwe, em dikarin derfetên kar ji bo wan peyda bikin.”