Mesrûr Barzanî ji Balyozê Vatîkanê re: Em pabend in bi parastina mafên pêkhateyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên pêkhateyan tekez dike. Herwiha tekezî jî li ser pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera civakan de dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Golana 2024an pêşwazî li Balyozê Vatîkanê li Iraqê Mitja Lescovar kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Balyozê Vatîkanê di hevdîtinê de spasiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo serxistina erkê wî, hêsankarî, hevkarî û hevahengî bi Balyozxaneyê re kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Balyozê Vatîkanê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di parastin û berevanîkirina mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî Xiristiyanan li Herêmê bilind nirxand.”

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyan kir û tekezî li ser pêbendbûna Herêma Kurdistanê bo parastina mafên pêkhateyan kir.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya hewlên Balyozî ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê pêşerojê de, jê re xwest.